Nihat Kavşut
02 Hezîran 2017•Rojanekirin: 03 Hezîran 2017
ANKARA
Lijneya Rêvebiriya Navendî ya AK Partiyê (MYK) 6ê hezîranê roja duşemê wê di serokatiya Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan da cara ewil bicive.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê MYKya 29ê gulanê di civîna Lijneya Rêvebirî û Biryarê ya Navendî ya AK Partiyê (MKYK) da hat eşkerekirin 6ê hezîranê wê civîna xwe ya ewil bike.
Civîn di serokatiya Erdogan da wê li navenda giştî ya partiyê di saet 14.00an da dest pê bike.
Serokwezîr Bînalî Yildirim wê wek Cîgirserokê Giştî beşdarî civînê bibe û Mahîr Unal, Hamza Dag û Ravza Kavakçi Kan jî wek endamên teze yên MYKyê tevlî civînê bibin.