22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê ekîbên Wangoluya Şirketa Belavkirina Ceyranê (VEDAŞ) amûrên spor û qirtasiyeyê li xwendekarên li sînorê Iraqê belav kirin û cejna wan pîroz kirin.
Ekîbên VEDAŞê hatin Dibistana Seretayî û Navîn a Umurluyê ya Şemdînliyê ya li nêzîkî sînorê Iraqê li xwedenkaran amûrên spor û qirtasiyeyê belav kirin.
Ekîban Cejna Desthilatdariya Neteweyî û Zarokan a 23yê Nîsanê pîroz kirin, beşdarî çalakiya ku li hewşa xwendingehê hat lidarxistin bûn.
Midûrê Bajêr ê VEDAŞê Îsmaîl Ozdemir got ji ber ku di 23yê Nîsanê da hatine bah hev zehf kêfxweş bûye û wiha axivî: "Me ev çalakiya xwe li hin xwendingehên li Mûş, Bidlîs û Hekariyê kir. Bi îzna Xwedê ev zarokên ku em niha dibînin ew ê rojekê bibin xwediyê mewqî û meqaman."
Derya Yildiza mamosteya xwendingehê got ji çavên zarokan eşkere ye ku çiqasî şa bûne, ji kesên ku keda wan tevlî vê merasimê bû ra sipas kir.