Haydar Şahin
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
ANKARA
Li Enqereya paytext di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da ji 245 şikbarên ku der heqê wan da biryara derdestkirinê hatibû dayîn 101 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê sitand, di kordinasyona Şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê da bi hezar 500 polêsî va operasyona dijî DEAŞê hat kirin.
Polêsan bi operasyona hemdem va avêtin ser 250 navnîşanên li navçeyên navend, Sîncan, Etîmesgut û Çubukê û ji 245 şikbarên ku der heqê wan da biryara derdestkirinê hatibû dayîn 101 kes binçav kirin.
Di lêgerîna li navnîşana şikbaran da gelek amûrên dijîtal û dokuman hatin girtin.