Önder Beyter
04 Sibat 2018•Rojanekirin: 04 Sibat 2018
ANKARA
Li paytext Enqereyê di malekê da qedera 2 hezar û 500 şûşeyên vala, 5 hezar bandorlên qelb ên araqê û 15 lître araqa qaçax hatin bidestxistin.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê bîter kir, ekîbên Amîriya Buroya Lêkolîna Sûcan a Midûriyeta Ewlekariya Navçeya Mamakê li ser îxbara ku araqa qaçax tê çêkirin, operasyon birin ser maleke li taxa Akşemsettîn.
Di lêgerînê da qedera 2 hezar û 500 şûşeyên vala, 5 hezar bandorlên qelb ên araqê û 15 lître araqa qaçax hatin bidestxistin.
Der heqê bûyerê da Erdal P. û Arap Ali P. hatin binçavkirin.
Di vê navberê da hat tesbîtkirin, li mala ku araqa qaçax çêdikin, ceyran berdane hesinên hemû paceyan.