Önder Beyter
21 Mijdar 2017•Rojanekirin: 21 Mijdar 2017
BARTIN
6 muretebatê keştiya ûris a ku barê wê hesin e û li peravên Bartinê xişikî, hatin xilaskirin. Keştî jî 500 mêtro dûrî qeraxê Înkumuyê dan sekinandin.
Keştiya ku navê wê "Nefterodoz 29" û 2600 groston e ya ku ji lîmana Rostov a Rûsyayê hesin dibir lîmana Bartinê, serê sibê çaxê ku 2 mîl dûrî lîmanê girêdayî bû, ji ber bahozê xişikî.
Keştiya ku ber peravê bajarokê betlaneyê Înkumuyê xişikî sinyal şand û li ser vê yekê ekîbên Fermandariya Şaxê Amasrayê ya Ewlekariya Qeraxan dest bi xebata xilaskirinê kir.
Ji ber pêlên gurr ji ser behrê ra ekîban nikaribû nêzîkî keştiyê bibin û ji ber hindê helîkopter xwestin. Herwiha ji Şaxê Samsûnê yê Fermandariya Ewlekariya Qeraxan helîkopterekê xwe gihandinê û 6 personelê ûris hilda û bir lîmana Bartinê.
Li vir personelê ûris ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û paşê hat ragihandin ku rewşa tenduristiya wan qenc e.
- "Ekîbên me yên ewlekariya qeraxan personelê keştiyê sax û silamet xilas kir"
Waliyê Bartinê Nusret Dîrîm di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku personelê keştiyê sax silamet hat xilaskirin û çi rewşeke neyînî tuneye.
Dîrîm wiha dewam kir, "Duh êvarê hewayê xirab kir. Keştiyê îro serê sibê sinyal da. Ekîbên me yên ewlekariya qeraxan personelê keştiyê sax û silamet xilas kir. Niha rewşa tenduristiya wan baş e. Ji bo keştiyê rewşeke xeternak tuneye."