19 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2016
ANKARA
Li qadan "nobedariya demokrasiyê" ya ku welatî piştî teşebusa darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) rijiyan kolanan û digirin berdewam e.
Enqere
Bi dû teşebusa darbeyê ya FETO ra, Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim gel dawetî kolanan kiribûn. Welatî bi pîr û kalan bi mezin û biçûkan alaya tirkî girtin destê xwe û Meydana Kizilaya Enqereyê tijî kirin.
Ji platforma ku Şaredariya Mezin vedabû da tevî sirûdên mehterê, dengê helbestên ku berê Serokomar Erdogan xwendibûn bilind bûn.
Qerebalix ji êvarê ber şevê va zêde bû û welatiyan bi dengê tekbîran û diruşmên bi navê demokrasiyê qad hejandin.
Di wê navberê da Şaredariya Mezin û hinek şîrketên xwarinê, av û şorbe, simît û çeqilmast îkramî welatiyan kir.
- Sitenbol
Li Qada Taqsîma Sitenbolê jî welatî civiyan û bi xwendina diruşman bertek nîşanî teşebusa darbeyê dan.
Xwepîşanderan li ber Abîdeya Taqsîmê agir berdan posterê Fetullah Gulenê serkirdê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO). Hinekan jî posterê Fetullah Gulen xistin bin lingê xwe û pêlêkirinê.
Ji hêleka din va komeke ku alayê tirkî hilgirtibûn ji Tunelê ber bi Qada Taqsîmê va kişiyan û li seranserê Caddeya Îstîqlalê bi xwendina diruşmên dijî darbeyê meşiyan.
Firoşgeheke simîtan simît, çay û av îkramî welatiyan kir.
Herwiha welatî li caddeya Kisikliya ku mala Serokomar Erdogan lê ye û li ber deriyê Midûriya Ewlekariya Stenbolê jî civiyan xwe pîşan dan.
- Îzmir
Îzmirî di xwepîşandanên dijî teşebusa darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da berdewam in.
Bi hezaran welatî li Qada Qonaqa Îzmirê civiyan û Sirûda Îstîqlalê xwendin. Welatiyên ku alaya tirkî bilind kiribûn bi diruşmên piştevaniya Serokomar Erdogan, teşebusa darbeya FETO lanet kirin.
Di Nobedariya Demokrasiyê da ya ku hejmarek gelek ji Saziyên Civakî yên Sivîn, komele û sendîkayan piştevaniya wê dikir, ji bo şehîdên demokrasiyê due hatin kirin.
- Qonya
Li Qonyayê bê cihêkirin jin û mêr, xort û qîz, pîr û kal, îcabetî daweta "derkevin kolanan" ya Serokomar Erdogan kirin û ji roja înê va di protestoyan da berdewam in.
Welatî bi alayên tirkî va xwe berdane qadan û diruşmên mîna "Gel bi te ra ye, xwe netewîne", "Qonya li vira ye, darbekar li kuderê ne?" xwendin.
- Batman
Li Batmanê Bûlvara Turgut Ozal ji hatûçûnê ra hat girtin û Serokê Wîlayetê yê AK Partiyê û yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR), di platforma ku ji aliyê Platforma Evîndarên Pêxember va hatibû vedan da, bi zimanên kurdî, tirkî û erebî mewlûd hat xwendin.
Pişt ra welatiyan diruşmên weke "Darbe serî nagirin, ezan nayên bêdengkirin", Recep Tayyip Erdoğan", (Batman li vê derê ye, FETO li kuderê ye", "Em îdamê dixwazin" xwendin û tekbîr dan.
Herwiha bi ser avahiyên derdorê daposterên Serokomar Recep Tayyip Erdogan, alaya tirkî û posterên serkirdê FETOyê ku li serê xayin nivîsîbûn daleqandibûn.
- Mêrdîn
Li Mêrdînê endamên AK Partiyê, MHPê, Partiya Saadetê, HUDA-PAR û hejmarek nûnerên saziyên civaka sivîl û bi hezaran welatî di destê wan da alaya tirkî li ber deriyê Serokatiya Wîlayetê ya AK Partiyê civiyan.
Herwiha li bajarên weke Tekirdax, Mersîn, Hatay, Qestemonî, Meletî, Gazientap, Adiyaman, Edenê, Sînop, Qerabûk, Bartin, Zonguldax, Hekarî, Qeyserî, Qiriqqele, Qirşehir, Elazîz, Erzincan, Wan, Edirne, Sêwas, û Qirqlarêlî bi heman şêwe protestoyên li hember teşebusa darbeyê ya FETO birêveçûn.