06 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
EFRÎN
Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da eskeran li rojavayê Efrînê qada ku kampa perwerdeyê ya PYD/PKKya rêxistinê terorê jî lê ye kontrol kirin.
Di kampa ku rêxistinê komên ji 35 kesan pêk tê lê perwerde dikir serşok, ciyê razan û xwarinê û parkurên werzişê hene.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê 20ê rêbendanê di saet 17.00an da li dijî hedefên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê li Efrînê da destpêkirin dewam dike.
Di operasyona ku wek hat plankirin dewam dike da eskeran li rojavayê Efrînê qada ku kampa perwerdeyê ya PYD/PKKya rêxistinê terorê jî lê ye kontrol kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin hildan û dîmenên ku ekîba AAyê kişandin li kampê komên ji 35 kesan pêk tê dihatin perwerdekirin. Li kampê ji xeynî endamên PYD/PKKyê endamên DEAŞê û zarokên bi zorê hatine çekdarkirin dihatin perwerdekirin.
Di kampê da serşok, ciyê razan û xwarinê, parkurên werzişê û ji bona êrîşên esmanî jî ku xwe biparêzin tunêl û sitargeh hatine çêkirin. Li kampê li ser tabelayekê navê serekê rêxistina terorê hatibû nivîsandin û paça ku endamên rêxistinê li kampê aliqandibûn bi destê eskeran hat jêkirin.