Türkan Tosun
24 Gulan 2018•Rojanekirin: 25 Gulan 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê wê li Erzirom, Erzingan, Qers, Tuncelî, Erdexan, Agirî û Îdirê barana gur bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa pir ewrabî be, heta şev dereng jî wê baranê bibare.
Pîştî nîvro li Erzirom, Erdexan û Qersê baranê zêdetir bike.
Germahiya herî kêm a bi şev li Îdirê 15, li Tûnceliyê 14, li Erzinganê 12, li Qersê 11, li Agiriyê 10, li Erdexan û Erziromê jî 9 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin bi roj germahiya hewayê wê li Tûncelî û Îdirê 28, li Erzinganê 24, li Agiriyê 21, li Erdexanê 20, li Erzirom û Qersê jî 19 pile be.
Di daxuyaniyê de hat gotin ji ber ku li Erzirom, Qers û Erdexanê car caran baranê gur bibe, divê ji bo lehî û birûskê welatî baldar û hişyar bin.