Tirkiye

Li Rojhilatê Anadoluyê berf barî

Di nîvê biharê da li Erzirom, Qers û Erdexana bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf barî û dîmenên pir xweş derketin meydanê.

Abdullah Tel  | 21.04.2018 - Rojanekırın : 22.04.2018
Li Rojhilatê Anadoluyê berf barî

Erzurum

ERZURUM 

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê di nîvê biharê da berf barî û dîmenên pir xweş derketin meydanê.

Li Sariqamişa navçeya Qersê berfa ku êvarê dest pê kir û car caran barî li navenda bajêr bi qasî 4 pêçiyî erdê spî kir û li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê jî bi qasî nîv bihustî berf barî.

Li navenda bajêr banên xanî û avahiyan ji ber berfê spî kir û parkên zarokan jî bi berfê xemilîn, dar, çîçek û deviyên li navçeyê jî di bin berfê da man û dîmenên pir xweş derketin meydanê.

Ji ber berfê çûk û rewil di nav biharê da li ser berfê ji xwe ra li xwarinê geriyan.

Esnaf û şofêrên li navçeyê ji ber barîna berfê şaş û metel man lê ji vê yekê jî gilîdar nebûn.

Ji bilî Sariqamişê li Erzirom û Erdexanê jî hewa ji nişka ve sar bû û bişev berfê dest pê kir.

Deverên bilind ên bajêr bi berfa biharê xemilîn û li navenda Erziromê şofêran berfa ser wesatîyên xwe paqij kirin.

Lê berfa biharê di çûn û hatinê da ji bo welatiyan nebû sedema zehmetiyan.

Li gor daxuyaniya ku Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê da li seranserê Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber zêde ewrayiyê wê şilope hebe.

Germahiya hewayê ya li herêmê jî bi qasî 3-6 pile li gor demsalê kêm e.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.