Haydar Şahin
07 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2017
ERZURUM
Li Agirî, Qers û Erdexana bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê dakete binê sifir pileyî.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be.
Germahiya hewayê ew ê li gor ya demsalê be û dibe ku ji aliyên bakur carcaran ba rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê di binê sifirê da 3, li Agirî û Qersê di binê sifirê da 2, li Erziromê 1, li Îdirê 3, li Ezirganê 5 û li Tûnceliyê 7 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tûnceliyê 25, li Ezirganê 23, li Îdirê 22, li Agiriyê 19, li Erzirom û Qersê 18, li Erdexanê 17 pile be.