Nihat Kavşut,Abdullah Tel,Haydar Şahin,Fatih Gazioğlu
07 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
ANKARA/ÎDLIB
Li gor peymana di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê da amadehiyên ji bona hin hêzên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) întiqalî Îdliba bajarê Sûriyeyê bibin li ber temambûnê ne.
Li Îdliba Sûriyeyê ya yek ji wan herêman e heta niha di navbera mixalif û komên leşkerî yên dijî rejimê û hêzên rejima Beşar Esed da pevçûnên mezin lê derketin, ji bona pêkanîna ewlehiyê piştgiriya çalak ya Tirkiyeyê zêde dibe.
Îdliba li ser sînorê Tirkiyeyê ye û li rojavayê bakurê Sûriyeyê dikeve li gor peymana li Astanaya paytextê Qazaxistanê di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê da çêbû, ji bona pevçûn û rageşî kêm bibe hildabûn nav herêmên bêpevçûn.
Piştî hevdîtinên di navbera Tirkiyeyê ya garantorê mixalifan e û Rûsyayê ya garantorê rejimê ye peyman derbasî asta pêkanînê bû.
Îdlib di destê komên leşkerî yên dijî rejimê û hin komên mixalif da ye.

- Leşkerên Tirkiyeyê wê li Îdlibê çi bikin?
Unsûrên TSKê wê di nav sînorên herêma ku ji bo kêmkirina rageşiya li Îdlibê hatibû eşkerekirin da wê cih bigirin. Wezîfeya wan jî wê domandina agirbesta di navbera rejim û unsûrên eskerên herêmî da ku bi piranî niha tê parastin be. Unsûrên TSKê bi vê armancê wê deverên kontrol û çavdêriyê ava bikin.
- Gelo TSK operasyonê dike? Li hemberî kê?
Çavkaniyên eskerî û dîplomat balê dikşînin ser çalakiya unsûrên TSKê û dibêjin ku ev întiqal e operasyon nîne. Di dema întiqalê da û paşê bi rejima Esed û hêzên herêmî ra jî şer û pevçûn nayê xwestin. Lê TSKê hemû rîskên ewlehiyê anî pêş çav û li gor wê jî amadehiyên xwe kir.
- Ji bo întiqalê bi hêviya çi ne?
Întiqal ji bo ku bê pirsgirêk biçe serî rewşa komên çekdar ên herêmî tê nirxandin. Komên herêmî naxwazin hin komên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bên.
Li Îdlibê gelek komên çekdar ên dijî rejimê û komên muxalif hene.
Ji komên dijî rejimê ne Heyet Tehrîr Şam di demên dawîn da di rûdanên li Îdlibê qewimîn da derket pêş. Di mehên dawîn da gelek hêz ji komê veqetiyan lê digel vê hê jî komeke çekdarî ya xurt e.
Heyet Tehrîr Şam daxuyaniyeke ku rasterast li dijî întiqala Tirkiyeyê derdikeve neda. Wek mayîn eva koma û komên mixalif li dijî derdikevin ku hin komên Artêşa Sûriyeya Azad ji herêma Herekata Mertalê Firatê bên û têkevin Îdlibê. Heyet Tehrîr Şam wek hincet dibêje ku eva koma dibe ku were herêmê ji DYAyê alîkariyê distîne.
TSK jî rewşa hesas a li herêmê dinirxîne û ji bo întiqalê li bendê ye ku şert û mercên bi ewle bên dewsê.
- Îdlib çima girîng e?
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da di nav herêmên ku herî zêde lê tundî hat dîtin yek jî Îdlib e.
Piştî ku Îdlib ji destê rejimê derket û Rûsya di cotmeha 2015an da tevlî şerê navxweyî bû li herêmê dest bi êrîşên ji hewayê yên mezin kirin.
Wek mayîn ji ber ku sivîlên ji herêmên navenda welêt revîn û xwe sipartin, Îdlib bû qadeke ku bi milyonan kes lê sitar dibin.
Heke agirbest neyê parastin îhtimaleke mezin e ku rejima Esed bi piştgiriya hêzên di piştgiriya Îranê da û Rûsyayê ra di demeke nêz da li Îdlibê pêleke tundiyê ya mezin bide destpêkirin.
Di encameke wiha de tê têxmînkirin ku wê bi milyonan kes bên sînorê Tirkiyeyê. Niha di kampên li nêzî sînor ji milyonek kes dimîne.
Li gor qeydên îdarî yên herêmî niha li Îdlibê 2 milyon 400 hezar kes nifûsê herêmî dijî û milyonek û 300 hezar kes jî ji derva hatine.
Bi saya întiqal û tedbîrên TSKê yên ku li Îdlibê wê bide destpêkirin ji bo ewlehiya sivîlan wê baş be û nahêle koçberiyeke mezin jî li ser sînorê Tirkiyeyê çêbibe.
- Eleqeya PKK û Îdlibê çi ye?
- Efrîna navçeya Helebê di sala 2011an heta dibin dagirkirina PKK/PYDyê de ye û nêzî Îdlibê ye.
Rêxistina terorê li bakurê Sûriyeyê ji bona xwe bigihîne Behra Spî dixwaze korîdorekê veke û ji bo vê jî mecbûr e perçeyekî Îdlibê bistîne.
Tirkiye di çarçoveya peymana Astanayê dikare di nav Îdlibê de xeteke leşkerî xêz bike. Bi saya vê rêxistina terorê nikare li Îdlibê belav bibe û ji aliyê din ve ev dibe dîwarê ewlehiyê.