04 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê wê îro hewa ewravî û qismî jî sayî be.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li tevahiya herêmê wê îro hewa ewravî û qismî jî sayî be.
Bi şev hewaya herî sar li Qersê di bin sifirê da pileyek e, li Erdexanê 0, li Erzincan û Agiriyê 3, li Erziromê 4, li Tunceliyê 7 û li Îdirê 8 pile hat pîvandin.
Li gor texmînan bi roj hewaya herî germ li Qersê 20, li Erzirom û Erdexanê 21, li Agiriyê 23, li Erzincan û Îdirê 26 û Tunceliyê 28 pile be.