08 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2015
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar bi di bin sifirê da 15 pileyî va li Qersê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, herêm di bin tesîra hulmegura bilind da ye tê texmînkirin ku hewayê ewrsayî û sayî be.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar bi di bin sifirê da 15 pileyî va li Qersê hat pîvandin. Bişev germahiya hewayê li Agiriyê di bin sifirê da 6, li Erziromê di bin sifirê da 11, li Erdexanê di bin sifirê da 12, li Îdirê di bin sifirê da 6, li Ezircanê di bin sifirê da 8 pile hat pîvandin. Tê texmînkirin ku biroj germahiya hewayê li Îdirê 10, li Erziromê 1, li Agiriyê di bin sifirê da 1, li Erdexan û Qersê jî 0 pile be.
Qalindahiya berfê li navenda Erziromê 4, li navenda Erdexanê 3 û li navenda Qersê jî 3 santêm hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê gotin dibe ku cemed çêbe, ji ber vê bira welatî baldar bin û bê tevdîr dernekevin rê.
Wek mayîn li Erziromê rêya 29 gundan a ku girtî bû hat vekirin û li herêmê rêyên girtî neman.