Türkan Tosun
18 Mijdar 2017•Rojanekirin: 18 Mijdar 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê li gor demsalê zêde be.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li giştiyê herêmê hewa wê kêm ewrawî be.
Şev û serê sibê car caran wê mij û moranê çêbibe, hin caran jî wê bayê bê.
Tê texmînkirin germahiya hewayê wê li gor demsalê zêde be.
Germahiya hewayê ya herî kêm li Tunceliyê 2 pile, li Îdirê pileyek, li Erzinganê sifir, li Qers û Erdexanê di bin sifirê da 5 pile, li Agiriyê di bin sifirê da 4 pile, li Erziromê di bin sifirê da 3 pile hat pîvan.
Di nav rojê de germahiya hewayê ya herî zêde wê li Tunceliyê 18 pile, li Erzinganê 17 pile, li Îdirê 16 pile, li Erzirom û Agiriyê 13 pile, li Qersê 12 pile û li Erdexanê 11 pile be.