Fatih Gazioğlu
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
VAN
Li Muradiyeya navçeya Wanê 4 ton û 800 kîlo masiyê încî kefalê ku bi qaçaxî hatibûn girtin, hatin bidestxistin.
Xebatên tîmên Fermandariya Cendermeyê ya Navçeyê ya bona parastina masiyê încî kefalê dewam dikin. Ji bo girtina masiyên încî kefalê her sal di navbera 15 nîsan û 15 tîrmehê de masîgirî tê qedexekirin.
Tîmên Fermandariya Qeraqola Cendermeyê ya Muradiye Alpaslanê di vê çarçoveyê de ji wesayîtekê ketin şikê û wesayît dan sekinandin. Di lêgerîna tîman de 4 ton û 800 kîlo masiyê încî kefalê hatin girtin.
Tîman ji ber girtina masiyan ya biqaçaxî li gorî Qanûna Berhemên Avê 11 hezar û 900 lire û li gorî qanûna trafîkê jî 4 hezar û 567 lire cezayê pereyan li herdu kesan birîn.
Wesayît jî ji bo 15 rojan ji trafîkê hat menkirin.
Masiyên ku hatin bidestxistin teslimî Midûriyeta Çandiniyê ya Muradiyeyê kirin.