25 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê wesayîta hewayî ya bêmirov ji ber xerabûna motorê mecbûrî danî.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hilda ji wesayîtên hewayî yên bêmirov ên di operasyona Mertalê Firatê da cih girtin yek ji ber ku motora wê xerabû berhêlî pîsta herî nêz hat kirin lê pisporan ji bo ewlehiya trafîka pîstê biryar da ku wesayîta bêmirov bila li erdekî vala dayne.
Wesayîta hewayî ya bêmirov ji mecbûrî li herêma di navbera Balafirgeha Şanliurfayê û Taxa Hancagiza navçeya Eyyubiyeyê danî û techîzata wê ya daketinê zirar dît. Derket holê ku piştî nirxandina teknîkî wê careke din bikaribe bifire.
Waliyê Şanliurfayê Gungor Azîm Tuna daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wesayîta hewayî ya bêmirov a di operasyonê da cih girt ji mecbûrî hat xwarê.