Ferizat Kaya
10 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Di qezaya li Stenbolê qewimî de kesek mir 4 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêbeja D-100 otomobîla ku A.G. diajot a bi pileqeya 34 EH 3064, dema ber bi Edîrneyê ve diçû li texma Cevîzlîbagê li bariyer, otomobîla ku O.Ç. diajot a bi pileqeya 34 RU 4257 û refujê qelibî.
Piştî qezayê ekîbên agirkujiyê, tenduristiyê û polês hatin cihê bûyerê. Di qezayê da Nîhat Dûranê di wesayîta A.G. de bû, li cihê bûyerê mir, A.G, R.O. û M.T. rakirin nexweşhaneyê. Y. Duran jî li ser linga hat tedawîkirin.
Piştî ku wesayîtên tevlî qezayê bûn ji ser rê hatin rakirin, rê ji çûn û hatinê re hat vekirin.