İbrahim Atmaca
14 Sibat 2019•Rojanekirin: 17 Sibat 2019
KARS
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê ji ber serma û hişkiya Sîbîryayê li ser Gola Çildirê ya ku dikeve navbera sînorê Qers û Erdexanê û rûyê wê bi temamî qeşa girtiye, perwerdeya drîftê tê dayîn.
Şirketeke otomotîvê li ser Gola Çildirê ya ku rûyê wê bi qeşa û berfê va hatiye girtin, parkureke mînanî pîstên perwerde û testê yên li welatê Ewropaya Bakur hatiye amadekirin û ev parkur li Tirkiyeyê parkura tekane ye. Di vê parkurê da ajotina ser berfû cemedê tê fêrkirin.
Ekîba Motorsportê li ser gola ku qalindahiya cemeda wê nêzî 50 santêmî ye perwerdeya ajotinê dide û dîmenên ecêb dertên holê.
Perwerdekar Îbrahîm Okyay daxuyanî da rojnamgeran û got ku li ser Gola Çildirê jî 5 sal e ew perwerdeyê didin û wiha dewam kir, "Em tedbîrên ewlehiyê wek teorîk û pratîk nîşan didin û hewl didin şofêrên pêbawer perwerde bikin. Beşdarvanên me ji çar aliyê Tirkiyeyê tên û li ser Gola Çildirê tecrubeyeke bikelecan dijîn."
Ji beşdarvanan Utku Yavuz Yilmaz jî got ku ew ji bo vê perwerdeyê ji Îzmirê hate Qersê û wiha dewam kir, "Em li ser cemedê perwerdeyên ku nahêlin wesayîta wan bişemite hildidin. Kêfa me hat. Li Îzmirê dîmenên wiha pir tunene. Min ji perwerdeyê zewq hilda."