Türkan Tosun
25 Îlon 2018•Rojanekirin: 27 Îlon 2018
SÎÎRT
Li Sêrtê kebaba biryanê ya bi goştê berxan di tendurê da tê çêkirin û li herêmê wek "perîve" û "parev" tê binavkirin di taştê da sifreyan dixemilîne.
Biryan di tendurên 3 mêtro kûr û 100 santêm ber da bi hilma tendurê tê çêkirin û piştî nimêja sibê tê xwarin. Ev kebaba navdar bi tehma xwe û bi dîmenê xwe va li bajêr pir tê xwarin.
Dema biryan tê pêşkeşkirin li cem kebabê nanê pîde, pîvaz, balîcanê sor û îsot jî pê ra tê xwarin.
Hosteyê biryanê Murat Kayaalp got ev kebab 15 sal berê ji hêla Saziya Marka û Patentê ya Tirkiyeyê va hatiye pesendkirin û wiha axivî: "Em bi goştê qalîteya wê yekemîn e va biryanê çêdikin. Berxên 6-7 mehî yên ji şîr hatine birîn ji bo kebabê tên bikaranîn."

Kayaalp behsa çêkirina biryanê kir û wiha got: "Em goştê hestî û parxanan dixin beroşeke sifir û beroşê datînin hundirê tendurê. Em goştê nerme jî qasî bihûstek di navbera beroş û vî goştî da bimîne bi çengelan di tendurê da darda dikin. Goştê nerme dema di 400 pile germahiyê da dipije rûnê wê dilop dilop dikeve beroşa goştê hestî tê da ye. Goştê hestî jî bi hilma xwe va goştên jorê dipijîne. Piştî 2 saetan biryana me amade dibe."
Kayaalp got ew rojê sê caran biryanê çêdikin û cara ewil di saet 05.00an da, cara duyem di saet 09.00an da û cara sêyem jî di saet 12.00an da ew sewrîs dikin.
- "Em dişînin dervayî welêt jî
Kayaalp got her muşterî perçeyekî cuda ji biryanê dixwaze û wiha axivî: "Em carna dişînin dervayî welêt jî. Wê rojê ji Almanyayê muşteriyên me hatibûn û yên li Almanyayê ji wan biryan xwestibûn. Me jî pakêt kir û heta Almanyayê şand. Yên tên Sêrtê miheqeq biryanê dixwin û bê biryan ji vir naçin."

- "Dema mirov biryanê dixwin zû birçî nabin"
Muşterî Yener Tanik jî got dema mirov biryanê dixwin zû birçî nabin û wiha axivî: "Kal û bavên me dema em diçûne cihekî, serê sibê biryan bi me didan xwarin ku zikê me zû birçî nebe. Wek kal û bavên xwe em jî biryanê li cihê ku tê çêkirin dixwin."
- Ji bo biryanê bixwe ji Edeneyê hat
Recep Belkayê li Edeneyê dijî jî wiha got: "Li Edeneyê jî çêdikin, lê ji bo ku ez biryanê bixwim têm li vir. Ne ji bo reklam û danasînê, ev rastî ye. Tahmeke pir xweş e. Li Edeneyê goşt, kebab û xwarinên pir xweş tên çêkirin, lê tehma biryanê cuda ye. Ez ji herkesî ra dibêjim bila biryanê bixwin."
Umut Nasirê ji Stenbolê hatiye jî pesnê biryanê da û got ew serê sibê di saet 05.00an da tên biryanê dixwin.
