14 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2016
MANÎSA
Li Manîsayê 2 rêvebirên HDPyê bi îdiaya ku bona PKKya rêxistina terorê bi navê "fitre"yê pere kom kirine, hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ewlehiya Manîsayê Î.T. û M.B.yê rêvebirên HDPyê li bajêr ji welatiyên ji Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bona PKKyê pereyê fitreyê kom kirine û dema ku bi tirimbêlê diçûn derveyî welêt jî hatin qefaltin.
Hat diyarkirin ku di lêgerînê da di wesaîtê da 35 hezar û 120 lire pere û 500 zerfên zer ku li serê nimro hene û bona komkirina pereyan hatine emilandin hatin dîtin.
Der barê gumanbarên ku hat tesbitkirin pere ji malbatên endamên rêxistinê yên ku di pevçûnan da mirine ra dişandin an jî rasterast ji rêxistinê ra dişînin da ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar û fînasekirina rêxistinê" kar û barên fermî dan destpêkirin.
Derket holê ku ji gumanbaran der barê M.B. da ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê, propaganda û zirardayîna malên kamuyê" qeyd heye û der barê heman sûcan da tê darizandin.