02 Gulan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
ANKARA
Sererkaniyê da zanîn ku li Nisêbîna navçeya Mêrdînê 4, li Şirnexê 7 bi tevahî 11 terorîst hatin kuştin.
Di malpera Sererkaniyê der heqê agahiyên nav welêt ên duh de agahî hatin dayîn.
Li gor vê li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di operasyonên ku berdewam dikin de 4 terorîst hatin kuştin. Bi vî awayî jimara terorîstên ku di operasyonê de hatin kuştin gihişt 318an. Di operasyonê de 17 teqemeniyên bidestçêkirî hatin îmhakirin bi vî awayî jimara teqemeniyên bidestçêkirî yên ku hatin îmhekirin gihişt 738an.
Li Şirnexê jî di operasyonan de 7 terorîst hatin kuştin, 6 teqemeniyên bidestçêkirî hatin îmhakirin. Jimara terorîstên ku di operasyonên li bajêr hatin kuştin gihişt 288an û jimara teqemeniyên bidestçêkirî yên ku hatin îmhakirin bi tevahî gihişt 843an.
Li Licêya navçeya Diyarbekirê teqemeniyeke bidestçêkirî ya ku terorîstan li rêbeja Diyarbekir-Bingolê veşartibûn hat îmhekirin.
Her yek li Yuksekovayê û li Înegola navçeya Bûrsayê jî terorîstek hat girtin.
Li Oguzeliya navçeya Gazîentabê du kesên ku 4 zarok bi wan re bûn ku hewl didan ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibin, bi gumana ku endamên DAEŞa rêxistina terorê ne hatin binçavkirin.