14 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Nurettîn Canîklî bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û mijarên rojevê da ne û pirsên ku jê hatin kirin bersivand.
Canîklî ji bo têkoşîn û operasyonên ku li dijî PKKya rêxistina terorê tên birêvebirin da got: "Têkoşîna ku niha tê meşandin ji wan têkoşînên ku Dewleta Komara Tirkiyeyê ji salên 1980yî vir va dimeşîne cihêtir e. Ev têkoşîn di nav terîfa klasîk a têkoşîna dijî terorê da cih nagire. Ev ji hêla Tirkiyeyê va dibe ku wekî têkoşîna serxwebûna nû bê binavkirin. Dibe ev yek wek mirin û mayinê jî bê binavkirin."
Komîsyona ku ji bo guhertina rêziknameya navxweyî ya Meclisê hat damezirandin hat bibîrxistin û Canîklî jî li ser vê bibîrxistinê destnîşan kir ku bi rêziknameya navxweyî ya heyî kar û bar baş nayên kirin.
Tevgera Parlementoya Ewropayê ya li hemberî destûra ji bo pêşangeha rêxistina terorê vekiribû jî di rojeva Canîklî da cih girt, wî ev yek rexne kir û got: "Bi salan e ku tê zanîn PKK rêxistina terorê ye û li hemberî sivîlan komkujiyan dike. Hemû Ewropa û mutefîqên me yên din digel van tiştan di têkoşîna me ya li hemberî terorê da bê dil tevdigerin û ev jî nîşan dide ku ev yek projeke kurewî ye."
Alîkarê Serokwezir ragihand ku rêxistina terorê û piştgirên wê wisa jê tên qey li deverên siyaseta hendekan lê meşandin bi gel ra li hemberî dewletê tiştekî bi dest bixin lê miletê tirk rê ber vê girt û berteraf kir.
"Rêxistina terorê û piştgirên wê di hendekan da binerd bûn"
Canîklî bal kişand ser tevgera gelê herêmê û xeberdana xwe wiha domand: "Hêzên me yên ewlehiyê di vê têkoşînê da heke welatiyên me jî wek rêxistina terorê li dijî xwe bidîta ev têkoşîn bi rihetî nedihat qezenckirin û dibû ku berdêla wî pir giran be. Tevgera wan welatiyên me ku berê xwe dan Enqereyê, digel kêra li ser stuyê wan, digel çekan, piştgirî neda rêxistina terorê û ev yek teqdîrê heq dike."
Alîkarê Serokwezîr diyar kir ku rêxistina terorê her çiqas neqedîbe jî bi saya operasyonan ew û alîgirên wê gelek qels bûn û di bin hendekên kolan da binerd bûn.