Sevim Hatun
24 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
ANKARA
Li ser rêbeja Eskîşehir-Enqereyê otobês li piyê pireyê qelibî, li gor tespîtên ewil 5 kes mirin gelek birîndar hene.
Otobêsa rêwiya ya bi plaqeya 53 DJ 338an ku Ugur Durmaz diajot li ser rêbeja Enqereyê (kîlometreya 35emîn) ji rê derket û li piyê pireyê xist.
Li gor tespîtên ewil 5 kes mirin, birîndar hene.
Ji bo xilaskirina kesên di otobêsê de asê man ekîbên agirkujiyê şandin ciyê bûyerê. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên herêmê.
Ji ber qezayê qismekî rêbejê ji çûnûhatinê re hat girtin.
Li ciyê bûyerê xebatên xilaskirinê dewam dikin.