Haydar Şahin
09 Mijdar 2018•Rojanekirin: 13 Mijdar 2018
KAHRAMANMARAŞ
Li Goksuna navçeya Qehremanmaraşa avûhewaya Behra Sipî lê tê dîtin ya ku ji ber hewaya sar welatî ji bo wê dibêjin "Sibîryaya Behra Sipî" rengên payîzê dîmenên xweşik derxistin holê.
Li navçeya ku piraniya salê bi hewaya sar derbas dibe rengên payîzê balê dikişînin.
Bi taybetî Geliyê Coddenê yê 37 kîlomêtre dûrî navenda navçeyê ye bi dîmenên xwe bala wênekêşan dikişîne.

Bi hatina payîzê gelî rengrengî dibe û bala tebîethezan dikişîne. Li Taxa Tekîrê jî dîmenên pelgên zerbûyî di avê da xanê dikin û wekî tabloyan tê dîtin.
Hasan Yelkenê Serokê Komeleya Hunera Wêneyan a Gazîentabê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku payîzê bi endamên komeleyê ra dîmenên Geliyê Coddenê dikişînin.
Yelken got dema ku gelî dît wî wetrê hatiye cenetê, ji ber ku dest nedane herêmê tebîeta wê derê xirab nebû û meriv bi dengê avê jixweva diçe.
Yelken got ji ber sermaya zivistanê ji vê derê wekî "Sibîrya" tê binavkirin û wiha xivî: "Me li Sibîryayê germahiya qîçikê dît. Zehf kaw e lêbelê herêm zehf sar e. Dema dibêjin Goksun serma, berf û zivistan tê bîra merivan. Lêbelê me wêneyên gelekî xweşik kişandin."