20 Gulan 2016•Rojanekirin: 21 Gulan 2016
QAHIRE
Televizyona Dewleta Misrê diyar kir ku berateyên enqaza teyareya Rêhewaya Misrê ya li Behra Sipî ketibû hatin dîtin.
Mihemed Semîrê berdevkê fermî yê Hêzên Çekdar a Misrê diyar kir ku xwe gihandin parçeyên teyareya ku winda bû, xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
Teyareya Rêhewaya Misrê dema ku sefera Parîs-Qahireyê dikir do destê sibê di saet 02.45an da li Behra Sipî çaxa kete sînorê hewayê yê Misrê ji radarê winda bibû.
Hatibû diyarkirin ku di teyareyê da 3yê wan zarok 56 rêwî û 7ê wan wezîfedarên firînê 10 miretabat hebûn, ji wan 30 kes welatiyên Misrê, 15 kes welatiyên Fransayê, 2 kes welatiyên Iraqê, kesek welatiyê Îngiltereyê, kesek welatiyê Belçikayê, kesek welatiyê Erebistana Siûdî, kesek welatiyê Sûdanê, kesek welatiyê Çadê, kesek welatiyê Portekîzê, kesek welatiyê Cezayirê û kesek jî welatiyê Kanadayê bû.