03 Hezîran 2016•Rojanekirin: 05 Hezîran 2016
ATINA
Li Behra Sipî, li başûrê Girava Kirîtê di encama noqbûna belema ku qaçax barkiribûn da, 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 340 kes jî hat rizgarkirin.
Li gorî agahiyan belemeke 25 metroyî ku nehat zanîn çend kes barkiribû û muhtemelen ji peravên Afrîqayê ber bi Îtalyayê va diçû, bi qasî 75 mîlan li başûrê Girava Kirîtê noq bû.
Rêxistina Asayişa Peravan ya Yewnanistanê (HCG) ragihand ku bûyer li qada navneteweyî ya di bin destelata Misirê da çêbûye û tîmên wa yên rizgarkirinê 340 kes rizgar kirine û xwe gîhandine cesedê 4 kesan.
Herwiha hat ragihandin ku tevî keştiyên li herêmê 2 helîkopterê Hêzên Deryayî yê Yewnanistanê, balafirek û boteke asayişa peravan jî beşdarî çalakiyên lêgerîn û rizgarkirinê bûne.