02 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2017
ŞIRNAK
Li Şirnexê ji bo heywanên kovî êm danîn siruştê.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Daristan û Karên Avê ya Şirnexê ji bo heywanên kovî yên ku ji ber berf û cemedê nikarin xwarin û xurekê peyda bikin, êm danîn qadên li ber pala çiyayên Namaz û Çiraxê hatibûn kifşkirin.
Şefê Midûriyeta Şaxa Daristan û Karên Avê ya Şirnexê Şukru Alturk diyar kir ku ji ber berf, seqem û cemedê heywanên kovî di peydakirina xwarinê da zehmetiyê dikşînin û ji bo ku ew birçî nemînin jî ekîp êm datînin cihên kifşkirî û wiha pê da çû: "Em ji bo xwedîkirina wan dibin alîkar. Ez ji welatiyan jî hêvî dikim ku bila bizanibin ev wezifeye. Dawiya her hefteyê û herî ku hewce kir emê êm deynin siruştê."