14 Hezîran 2018•Rojanekirin: 15 Hezîran 2018
ŞIRNAK
Li Şirnexê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 25 şikbar hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr û Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li Silopî, Cizîr, Îdil, Beytşebab û Uludereyê operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê ya hemdem birin ser 32 navnîşanan.
Beriya Eyda Remezanê di operasyona ji bo pêkanîna hizûr û ewlehiyê, tesbîtkirina endamên rêxistina terorê, pêşîlêbirîna çalakiyên rêxistinê hat kirin da 25 şikbar hatin binçavkirin.
Karûbarên li ewlekariyê yê şikbaran hê dewam dike.
Hat destnîşankirin ku ji bo derdestkirina 7 şikbarên din jî xebat dewam dikin.