30 Hezîran 2018•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2018
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 19 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirink u li Silopiyê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da belgeyên tê da navê kesên têkildarê rêxistinê hatin girtin, ji bo derdestkirina wan navan operasyona hevdem hat kirin.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê da 19 kes hatin binçavkirin û wiha hat gotin: "Di lêgerînan da demançeyeke li ser nivîsên Erebî hene û 57 fîşengên wê, 2 pirtûkên Fetullah Gulenê serkeşê FETO/PDYya rêxistina terorê, dolarekê bi herfa Fyê û yekê bi herfa Lyê, dokumanên rêxistinê, 2 demançeyên bi ruxset û 129 fîşeng hatin girtin."