21 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
ŞIRNAK
Li Uludereya navçeya Şirnexê di êrîşa endamên PKKya rêxistina terorê da 2 leşker şehîd ketin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin endamên PKKyê êrîşî Herêma Baregeha Kopkiyê ya Fermandariya Tabûra Cendirmeyan a Andaçê kirin.
Hat destnîşankirin di êrîşê da 2 leşker şehîd ketin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan leşkerên birîndar bi firokeyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Hat diyarkirin li herêmê operasyon dewam dike.