İbrahim Atmaca
03 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê du metrobus li hev qelibîn û 2 jê giran 19 kes birîndar bûn.
Metrobusa xeta Beylîkduzu-Zîncîrlîkuyuyê li Sefakoyê ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, li metrobuseke din qelibî.
Piştî qezayê ekîbên tenduristiyê midaxaleyî rêwiyên birîndar kirin û ew rakirin nexweşxaneyan.

Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ragihand ku di qezayê da 19 kes birîndar bûn.
Rayedarên Walîtiya Stenbolê jî daxuyand ku ji birîndaran rewşa du kesan giran e.
Seferên metrobusê ji ber qezayê bîstekî sekinîn û piştî ku wesayîtên qezakirî ji cihê qezayê hatin rakirin, sefer cardin normalîze bûn.