03 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2017
BATMAN
Batman navend li du bajaran li dijî Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) operasyon hat kirin û ji 4 kesên ku hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Batmanê di lêpirsîna dijî FETO/PDYê de der barê 4 kesên ku hat tesbîtkirin bernameya ByLockê bi kar anîne de biryara girtinê da.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlehiya Batmanê li Enqere û Batmanê operasyoneke hevdem kirin û 4 kes binçav kirin.
4 kesên ku hatin binçavkirin sewqî dadgehê kirin. Jê 2 kes ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorî ya biçek" hatin girtin, 2 kes jî bi şertê kontrola adlî serbest man.