22 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê di operasyonên ser mensûbên PKKya rêxistina terorê ya ku ev 25 roj in berdewam dikin de 52 terorîst hatin kuştin.
Li Sûrê operasyona piştî êrîşa ku Tahir Elçiyê Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî hat kuştin û polês Ahmet Çîftaslan û Adem Erdur hatin şehîdkirin di 28ê sermawezê de dan destpêkirin û ev operasyon hê jî berdewam dikin.
Li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê sepana qedexeya derketina derve berdewam dike. Di operasyonên ku li van taxan giran bûn û ekîbên jendirmeyan jî piştgirî didinê di 25 rojan de 52 terorîst hatin kuştin.
- Teqemenî tên îmhakirin
Di çarçoveya operasyonê de teqemeniyên ku terorîstan ji bo ku nehêlin ku hêzên ewlehiyê derbas bibin di nav bergiriyên ku danîbûn, hendekên ku kolabûn û li kolanan veşartibûn tên îmhakirin.
Hendekên ku ji teqemeniyan tên paqijkirin bi arîkariya makîneyên kar tên tijîkirin.
Li herêma operasyonê gelek caran dengê teqînê û pevçûnan tê û ev deng ji navçeya Yenîşehîrê jî tê bihîstin.
Terorîst ji bo ku nehêlin ji hewayê dîmen bên kişandin agir vêdixwin an jî hin avahiyan dişewitînin ji ber vê yekê jî car carna tê dîtin ku dûman ser navçeyê dikeve.
Ji bo ku sivîl zirarê nebînin operasyon bi hesasî berdewam dikin û ketin û derketina ji navçeyê bi kontrol tê kirin.