24 Gulan 2016•Rojanekirin: 24 Gulan 2016
DİYARBAKIR
Di nav da Serokcîgirê Koma HDPê Îdrîs Balûken û Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak jî heyeta HDPê Sûra navçeya Diyarbekirê ziyaret kir, welatî û esnafan li hemberî heyetê bertek nîşan da.
Welatiyê ku li hemberî Kişanakê bertek nîşan da got ku malbatek ku li Sûrê mehane bi 300 lîreyî debara xwe dikir piştî ku mala xwe terikand mexdûr bû û wiha dewam kir: "Hin şêniyên Sûrê 28 roj neçûn, li vir man lê şaredariyê çadirek jî neda wan. Şaredariyê alîkarî neda me. Lê binêrin piştî biryara ku hin kesan hilda çi hat serê miletê me."
Yekî din jî got ku 15 rojan nan tune bû ku bide zarokên xwe, mecbûr ma ji Sûrê derbikeve, piştî ku ji Sûrê koç kir jî 3 rojan li derva ma û wiha xeberda: "Ji bona Xwedê, hema bila yek ji şaredariyê bihata, ji me ra bigota derbasî be, ev têra me dikir. Piraniya welatiyan ji şaredariyê razî nînin. Ewqas însan mexdûr bûn, şaredariyê pirsa wan nekir, li kesî xwedî derneket."
Ji esnafan yek axivî got: "Miletê me karta zer nîşanê we da, baldar bin bila veneguhize karta sor. Me rayê xwe dan we, me 80 parlementer şandin meclisê, me got 'herin li wê derê heqê xwe bixwazin.' Me we kir meclisê lê hemî tişt badil hewa çû."
Esnafek li ser gotinên Balûken ên wekî "Çi ji destê me hat me bi cih anî, xwezî ji destê me bihata" got: "Heke hûn bihatana vê sûkê, we ji welatiyan pirs bikira wê welatiyan rêya aşîtiyê nîşanê we bida."