Fatih Gazioğlu
30 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2019
Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun bertek nîşanî pêşnûmaya qaşo "komkujiya Ermeniyan" a li Meclisa Nûneran a Amerîkayê hat qebûlkirin da û wiha got: "Ev pêşnûma dijî rûhê mitefiqîtiya stratejîk e."
Altun li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand û bertek nîşanî pêşnûmayê da.
"Ev pêşnûma bibiryariya Tirkiyeyê ya têkoşîna dijî rêxistinên terorê dike da nabe asteng. Ev biryar bi tenê encax zirarê bide têkiliyên me. Em ê li hemû platformên navneweyî endîşeya xwe bînin ziman û xebatên ji bo parastina mafên xwe bidomînin. Em ê têkoşîna xwe ya dijî hemû cureyên terorê ya ku ev demeke li herêmê dabû destpêkirin em ê bidomînin."
- "Em û gelê Ermenî li vê herêmê sedsal e bi hevra dijîn"
Altun got ku gelê Tirk û gelê Ermenî li vê herêmê sedsal e bi hevra dijîn û wiha axivî:
Serokomar Erdogan wê çaxê ji gelê Ermeniyan ra sersaxî xwestibû û xemgîniya xwe bi wan re parvekiribû. Heta Serokomar ji bo lêkolîna mijarê gotibû ew dixwaze komîsyoneke dîrokî ava bike. Amerîka dixwaze ji bo armanca xwe siyasî dîrokê biemilîne. Ev tişt nayê qebûl kirin."