08 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
TUNCELÎ
Li Tunceliyê di operasyona dijî rêxistina terorî de 4 teqemenî hatin îmhekirin. Teqemeniyên ku hatin îmhakirin 290 kîlo bi amonyum nîtratê va hatibûn çêkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, tîmên Fermandariya Cendermeyan û yên Midûriyeta Ewlehiya Bajêr li nêzî navendê sitargeheke teorîstan dîtin.
Tîman di encama lêgerîna li herêm û sitargehê kirin de 4 teqemeniyên ku bi 290 kîlo bi amonyum nîtratê va hatibûn çêkirin, 4 tûpên mezin, 250 metro kablo, akuyek, 10 lître benzîn, mişarek û gelek melzemeyên xwarinê bi dest xistin.
4 teqemenî bi destê tîmên pispor va hatin îmhakirin.
Daxuyaniyê de hat gotin ku li bajêr xebatên hêzên ewlehiyê yên bona dîtina terorîstan wê bênavber dewam bikin.