İbrahim Atmaca
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
MUŞ
Li Vartoya navçeya Mûşê li ser Çemê Muradê çêkirina Bendava Alpaslan 2yê dewam dike. Ji ber ku gundê Tepeyê dikeve ber bendavê seba barkirina gund xebatan dest pê kir.
Mixtarê gundê Tepeyê Nesîm Çelîk daxuyanî da û got ku dîroka gundê wan heta 218 sal berê diçe û di gund da 99 mal û nêzî 600î jî nifûs heye, lê ji ber ku gundê wan dikeve ber bendavê, cihê gundê wan guherî.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur jî diyar kir, cihê ku gund wê lê ava bibe xebatên binesaziyê bê navber didomin û wiha dewam kir: "Stû gundê Tepeyê nêzî 2 kîlomêtroyan li ser 200 parsel eraziyê xezîneyê îmara gund hat çêkirin. Vê gavê xebatên drenajê dewam dikin. Ji ber ku gundê Tepeyê wê di bin avê da bimîne, me dest bi amadekirina cihê ku gund wê lê ava bibe kir."