06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2016
MUŞ
Şaradariya Vartoya navçeya Mûşê ya ku Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya Biryarnameya di Hikmê Qanûnê da lê wezîfedarkirin kir niha ji bo çareserkirina hewcedariyên navçeyê hewl dide û dest bi xebatê kir.
Qeymeqam Nurî Çetîn ê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê da ye wek wekîlê Serokê Şaredariya Vartoyê hat wezîfedarkirin daxûyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo projeyên wek ava xwarinê, navendên sporê, qadên geştê û hwd... bikin rewacê dixebitin.
- Ji bo boriyên belaş serî lê nehatiye dan
Çetîn destnîşan kir ku şêniyên navçeyê xizmeta ku heq dikir nedîtiye û dema dest bi wezîfeya wekîltiya serokatiya şaredariyê kir ewilî li ser mijara ava vexwarinê sekinî û wiha pê da çû: "Dema me dest bi wezifeyê kir nêzî 17 kîlometre boruyên jehra kanserojenê jê diherikîn hebûn. Ji bo van boriyan tu daxwaz nehatiye kirin. Banqeya Bajaran dema taluka boriyan a ji bo siheta însanan hebe bê şert û merc boriyan hîbe dike. Me demildest serî lê da û wan jî got ku emê bişînin. Ji bo me ev xizmeta ewil e."
"Kesên ku dikaribûn aveke paqij bidana xelkê, ev peywira xwe bicih neanîne. Emê niha vê xizmetê bikin. Gelê Vartoyê dê êdî aveke zelal vexwe, werzişa xwe bike û dê li seyrangehên paqij gerr û geşta xwe bike. Dahat heye, çavkanî heye û dewlet jî pere dişîne. Emê xizmeteke baş bikin."
Çetîn destnîşan kir ku wan li navçeyê li ser 30 donim erd dest bi avakirina seyrangehekê kirin û ewê 12 kilomêtro asfalta kel valakin kuçeyên xirabe. Herwiha Çetîn got ku wan dest bi çêkirina parka zarokan jî kir.
- Salona Werzişê, dikin navenda werzişê
Çetîn bal kişand ku li navçeyê ciyek tune ku ciwan lê werzişê bikin û wiha xeberda, "Saloneke me ye qerase heye, lê ji wê sûd nayê wergirtin. Vêga em vê salonê dikin navenda fitness û werzişê. Wezareta me ya Ciwan û Werzişê sax be, di mijara alavan da ji me ra bû alîkar. Wê ji me ra alavan bişînin. Em difikirin emê di nava mehekê da salonê vekin."
Cîgirserokê Şaredar Çetîn herwisa destnîşan kir ku ewê bona jin û zarokan jî navendên perwerdeyê vekin û der heqê vê mijarê da wan peywirdarî bicih anîn.
Çetîn got ku ji Banqeya Wilayetan li gor nifûsê pere tê şandin û wiha dewam kir:
"Jixwe ji gelek deran dahata me tê, dikanên me hene. Me hê dahatên xwe hilnedaye. Li cihê bajêr ê herî xweş dikanên me hene. Dikanên ku kira wan 600 lîre ne, me bi 200 lîreyî dane alîgirên xwe, em nikarin kira wan jî bistînin. Mantiqeke wiha mumkûn e? Karê şaredariyê wiha nayê kirin, heq û hiqûq çibe, hûn ê li gor wê hereket bikin."
- "Personelê ku dixebite taca seran e"
Cîgirê Şaredarê Vartoyê Çetîn diyar kir, 90 personelên şaredariyê hene, lê bi salan e tu kar nekirine, îdî xizmetê werin kirin û personelê ku dixebite taca seran e, yên ku naxebitin ew ê ji kar veqetin.
Çetîn wiha axivî:
"Rêbaza me ya tekane ev e. Ciwanan salona werzişê bihîstine û ji kêfan ra difirin. Bawer nakin û dipirsin dibêjin rast e an na. Dibêjin 'Tiştekî wiha mumkûn e?' Ev tiştên pir hêsan in. Gelek Wezaretên me gelek derfetan didin. Heke hûn daxwaz nekin, hûn çawa li bendê dimînin ku ji we ra werin şandin? Li vê derê tenê mebest û meqsedeke me heye, ew jî xizmeta gelê Vartoyê ye. Em xêncî vê tiştekî din nafikirin."