Türkan Tosun
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
MUGLA
Li Fethiyeya navçeya Muglayê di behrê da balînayeka dirêjahiya wê 10 mêtro ye hat dîtin.
Masîgir Arif Arikan li nêzîkî Girava Kizilê balînayek dît û bi keştiyê qasî 40 deqîqeyan ew şopand û bi telefonê va dîmenên wê kişand.
Arikan ji rojnamevanan ra got cara ewil e ew evqas nêzîkî qeraxê balînayekê dibînin.
Serokê Şaxa Makezanista Zanistên Bingehîn ên Masivaniyê ya Fakulteya Berên Avê ya Zanîngeha Mugla Sitki Koçmanê Prof. Dr. Halît Fîlîz got ev balînaya ku hatiye dîtin wek "kaşalot" an jî "îspermeçet" tê zanîn.
Fîlîz got li Behra Spî hindik maye koka kaşalotan biqele, lê ev tiştekî baş e ku kaşalot li behra Tirkan de hatiye dîtin.