İbrahim Atmaca
19 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
VAN
Li Erdîşa navçeya Wanê di operasyona dijî rêxistina terorê da 5 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê li taxên Yeşîlova, Agirkaya û Sogutluyê û deverên çiyayî yên taxa Sogutluyê li dijî PKKya rêxistina terorêr operasyon kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Li gor biryara lêgerîna Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê li ser sitargehên gumanbar û terorîstên ku alîkarî û piştevanî dane PKKya rêxistina terorê duh operasyona 'Erê Cendirme Şehîd Eyup Oksuz' hat kirin. Di operasyonê da 5 gumanbar hatin girtin."
Di daxuyaniyê da qala çek û alavên ku hatin bidestxistin jî hat kirin û wiha hat gotin:
"Di operasyonê da demançeya bêruhsat û bêmarqe, 9 fîşengên demançeyê, tivinga nêçîrê, 12 fîşengên tivinga nêçîrê, kutûka tivinga nêçîrê, dûrbîn, kaseya kompîturê, 8 transformator, 2 têlefonên destan, 2 SIM kart, şemsiye, 4 pîneyên nîşaneya rêxistina terorê, tûpa piçûk, 2 brande û 2 pîneyên sifreyê hatin bidestxistin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo silametiya can û malê gel li herêmê dijî terorê têkoşîn wê bê navber bidome.