15 Mijdar 2016•Rojanekirin: 15 Mijdar 2016
VAN
Li Wanê teqemeniya ku PKKya rêxistina terorê di otomobîlekê de bi cih kiribû, li ser îxbara welatiyan hat îmhekirin.
Li gorî agahiya ku hat hildan, li Taxa Seyît Fehîm Arvasî ya ser navçeya Îpekyoluyê welatiyan wesayiteke terikandî ferq kir, li ser vê li xeta 155ya polêsan geriyan û îxbar kirin.
Ekîbên polêsan ên hêzên çevîk, bombe îmhe û herekata taybet sewqî cihê bûyerê kirin.
Hêzên ewlekariyê rê ji çûnûhatinê re girtin û welatî ji cihê bûyerê dûr xistin.
Di wesayitê de 9 mayinên antîtankê, 4 tup, 10 kîlogram teqemeniya A-4ê û 13 kapsulên bielektrîk hatin îmhekirin.
Wesayita bombebarkirî bi kontrol hat îmhekirin.
Li herêmê ji bo qefaltina terorîstan operasyon dan destpêkirin.