Abdullah Tel
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
ANKARA
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê di operasyona ku li bakurê Iraqê birêva dibin da qederê 20 kîlometreyî ber bi hundir va çûn û ew qad hildan bin kontrola xwe. Ji destpêka operasyonê heta niha 130 mensûbên rêxistina terorê hatin berterefkirin. Navê Çawişê Pispor ê Piyade Gokhan Kurakê ku di şerê li Hekariyê qewimîbû da şehîd ketibû li operasyonê hat danîn. Di operasyonê da tevlî balafirên şer wesayîtên çekdar ên bêmirov ên hewayî jî tên emilandin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê hilda operasyona ku Artêşa Tirkiyeyê ji bo berterefkirina hedefên rêxistina terorê yên li bakurê Iraqê da destpêkirin, bênavber didome.
Operasyona ku bi kontrola Fermandariya Tumena Piyadeya 3yemîn a Hekariyê tê birêvebirin wê heta Xakûrk û Kanî Reş a herêmên li bakurê Iraqê dikevin bidome. Ev operasyona ku li derveyê sînor jî dewam dike bi armanca berterefkirina stargehên PKKya rêxistina terorê û ewlehiya hidûd pêk bê, tê plankirin. Di heman demê da bi operasyonê va tê xwestin ku mensûbên rêxistina terorê û cebilxaneyên wan derbasî aliyê welêt nebin û ew li wî alî bên berterefkirin.
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya operasyona bi navê Çawişê Pispor ê Piyade Gokhan Kurak va ku li bakurê Iraqê birêva dibin da qederê 20 kîlometreyî ber bi hundir va çûn û ew qad hildan bin kontrola xwe.
Di operasyonê da hêzên li ser Fermandariya Hêzên Hewayî ne jî cih digirin. Hedefên hatine kifşkirin ji hêla balafirên şer va tên bombekirin û ji bo keşif û çavdêriyê jî wesayîtên hewayî yên bêmirov jî tên bikaranîn. Di dema operasyonê da car caran wesayîtên çekdarî yên bêmirov ên hewayî hedefên aîdê mensûbên rêxistinê berteref dikin. Ji destpêka operasyonê heta niha hejmara terorîstên ku hatine berterefkirin jî gihîşt 130yî
- "Tewdîra pêşî lê girtinê"
Hîndekarê Zanîngeha Hasan Kalyoncu û Lêkolînerê SETAyê Murat Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku operasyona ku hêzên Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Iraqê dijî rêxistina terorê birêva dibin ji bo çalakiyên rêxistina terorê wek tewdîra pêşî lê girtinê ye.
Aslan di axaftina xwe da qala girîngiya operasyonê kir û wiha pê da çû: "Tê xwestin ku ew rê û deverên rêxistina terorê bi salane diemilîne û ji derbasî vî alî dibe ji dest wan bê derxistin û bê kontrolkirin. Operasyona niha bi awayekî mîna ku qadek bê kontrolkirin û kozikên rêxistina terorê yên li Qendîlê bên belavkirin tê kirin. Bi vê operasyonê dema hêzên me kontrol hildan destê xwe wê terorîstê bitirsin û di wan şikeft û kozikên xwe da bibizdin, ev operasyoneke wisa ne. Ew serfiraziya Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê bidest xist û derfetên teknolojîk û qeweta eskerî nîşan dide ku hemû kozikên rêxistina terorê bên serobinkirin."

- Hejmara hêzên Artêşa Tirkiyeyê hat zêdekirin
Serokwezîr Bînalî Yildirim di fitara bi rêvebirên saziyên medyayê ra hatibû bal hev da gotibû ku li rojavayê Feratê qadeke bi qasî 250 kîlometreqere ji hêzên terorê hat paqijkirin lê hebûna rêxistina terorê ya li rojhilatê Feratê didome.
Di berdewamiya axaftina xwe da Serokwezîr Yilidirim got: "Hêzên me yên ewlehiyê hebûnên xwe yên li alî bakurê Iraqê derxistin du qatî. Li wê derê 11 baregehên me çêbûn. Armanca me ew e ku em li wê derê hêj berî derbasî welatê me bibin wan terorîstan berteref bikin û sînorên xwe biparêzin."
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu dema bûbû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê operasyonên li bakurê Iraqê nirxandibû û gotibû ku Qendîl hedefeke dûr nîne û wiha gotibû: "Bi taybetî li herêma bakurê Iraqê gelek deverên li ser xeta Xakûrkê hatin bidestxistin. Miletê me bila vê bifikire. Qndîl pirsgirêkek bû di heşê me da, wê evder çi bibe. Bila pirsgirêkeje weke ku evder wê çibibe, nefikirin. Ji bo me niha wext muhîm e. Ev pirsgirêka operasyonê nîne ev pirsgirêka wextê ye. Qendîl ji bo Tirkiyeyê wê bibe cihekî ewledar. Bila tu kes di vê mijarê da bi guman nebe."