Esin Işık
22 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2024
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî got, "Heke tecrîda li ser serekê terorîstan bê rakirin, bila bê di civîna Koma Parlementoyê ya DEM Partiyê da biaxive û biqîre ku teror bi temamî qediya û rêxistin hat hilweşandin. Heke vê jîrî û biryardariyê nîşan bide, bila sererastkirina qanûna derbarê bikaranîna 'mafê hêviyê' bê kirin û pêşiya yê sûdwergirtina wê jî heta dawiyê bê vekirin."
Bahçelî di Civîna Koma Parlementoyê ya Partiya xwe da axivî.
Bahçelî behsa wê yekê kir ku destguvaştina wî ya bi DEM Partiyiyan ra hê jî tê nîqaşkirin û got, "Pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke nû ya çareseriyê tune ye. Bi eqlê selîm, bi gavên dirustî û dilsozî heye. Pêwiste Tirkiye xwe ji sepandinên derekî ra bigire û biratiya hezar salene hê jî hêzdar bike."

Bahçelî wiha pê da çû:
"Çalakiyên çekdarî yên rêxistina terorê ya cihêxwaz mehkûmê têkçûnê ne. Bİ terorê kes nagihije derekê û wê negihije. Tirkiye wê qet li hember rêxistina terorê rizamendiyê nîşan nede, ewê sepanên mizakereyê û mitarekeyê bikêr neyên. Li aliyekê ewê li dijî terorê têkoşîneke bê hempa bê dayin û li aliyê din jî reformên demokratîk û rêziknameyên civakî û aborî wê bên kirin. Ev vebijarka herî maqûl e. Di navbera xwîşk û birayên me yên Kurd û rêxistina terorê da ti aliyekî hevpar nîne. Di hemî şert û mercan da erka me ye ku em pişta terorê bişikînin. Yekane rêya çareseriyê ya rêxistina terorê ew e ku bê şert û mercên sereke, dawî li kiryarên terorîstî bîne, hemû terorîst bi çekên xwe ji çiyayan dakevin û teslîmî Komara Tirkiyeyê bibin û biryara edaletê qebûl bikin û cezayê xwe bikişînin. Jixwe qet û qet ne mimkûn e ku mîhraqên di nava me da yên ji DYA, YE, Iraq, Sûriye yan jî welatekî din, bibin berdevk û wekîlên xwîşk û birayên me yên Kurd.
Yekem hevoka min a hikumê ev e. Çareserkirina her pirsgirêkekê bi aqilmendiya neteweyî û kolektîf di TBMMê da, mumkin û heta mecbûrî ye. Heger li ser mijara siyaseta bê teror, welateke bê teror û sibeerojeke bê teror heralî li hev bike, em li vêderê ne û amade ne hebûna xwe raxînin, destê xwe bixine binê kevir."
- "Serekê terorîstan bila keremke bi dawîbûna terorê, hilweşîna rêxistinê bi awayekî yek alî rabigihîne"
Dewlet bal kişand ser gotara xwe ya hefteya raborî ku gotibû "Serekê terorîstan yê ku dema anîn Tirkiyeyê digot 'ez ji bo hemî cure xizmetê amade me' bila keremke bi dawîbûna terorê, hilweşîna rêxistinê bi awayekî yek alî rabigihîne" û wiha pê da çû:
“Gelek kes hene ku hîna ji eslê vê banga miê fam nekirine û eger fam bikin jî, ji ber ku ne di berjewendiya wan de ye, hewl didin wê beralî bikin. Duyemîn hevoka min a hikumê ya ji bo tinekirina terorê û xurtkirina yekitî û yekitiya neteweyî ya di Sedsala Tirk û Tirkiyeyê da ev e. Ji bo yên ku dibêjin 'heke serekê terorîstan ne di nava vî karî da be nabe' ez bangî wan dikim, Heke tecrîda li ser serekê terorîstan bê rakirin, bila bê di civîna Koma Parlementoyê ya DEM Partiyê da biaxive û biqîre ku teror bi temamî qediya û rêxistin hat hilweşandin. Heke vê jîrî û biryardariyê nîşan bide, bila sererastkirina qanûna derbarê bikaranîna 'mafê hêviyê' bê kirin û pêşiya yê sûdwergirtina wê jî heta dawiyê bê vekirin. Divê navnîşan ji Îmraliyê ber bi DEMê were ne ji Qendîl û ne jî Edîrneyê. Divê ev pirsgirêka terorê ya giran û dîrokî bi temamî ji rojeva welêt bê derxistin. Hodrî meydan, em ji bo vê hene, em amade ne ji bo welat, gel, dewlet, ala, siberojeke hevpar û serbixweyiyeke rewa, van hemiyan qebûl bikin. Em bi bawer û biryardar in, di hizûra dîrokê da jî dibêjin em em sondxwarîne; ji bo Tirkiye û gelê Tirk hemî cure fedakariyê bikin û hemî gavan biavêjin. Em li ser asta 'Sedsala Nû, Jiyana nûn, Tirkiyeya nû' bagajan vala bikin û em hemî bigihijin binemayên xwe yên neteweyî."