14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
MAREB
Hat ragihandin ku li rojavayê Yemenê di encama binavbûna tekneyê da 6 masîvan xeniqîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Polêsê Ewlekariya Qeraxên Yemenê da hat destnîşankirin ku li rojavayê wî welatî tekneyeke masîvanan a ku seba girtina masiyan ji bajarê Hudeydeyê derket, di nava avên navneteweyî da ji ber bahozê xerq bû.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku her 6 masîvanên di tekneyê da xeniqîn, digel şert û mercên xerab ên hewayê dibe ku erizeya di motora tekneyê da jî bûbe sedema qezayê.