14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
ISTANBUL
Li Kuçukçekmeceya Stenbolê bi piştevaniya helîkopterê li dijî rêxistina terorê operasyon hat lidarxistin
Li gorî agahiyan, Tîmên Mudûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê yên Mudûriya Ewlekariya Stenbolê, li dijî hejmarek navnîşanên li Kuçukçekmeceyê, bi piştevaniya polêsên hereketa taybet, hêzên çevîk û helîkoptera polêsan bi hevwextî operasyon li dar xist.
Li taxa Kanaryayê tîmên polêsan bi serkêşiya hêzên hereketa taybet girtin ser hinek navnîşanan û hinek gumanbar binçav kirin.
Hêzên çevîk jî li derdorê bi TOMAyan tedbîrên ewlekariyê sitendin û helîkoptera polêsan jî ji jor va operasyon kordîne kir.
Li mal û cihên ku kesên binçavkirî li wan mikur hatin jî lêgerîn hat kirin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonan da lêgerîn didomin.