29 Gulan 2016•Rojanekirin: 30 Gulan 2016
YOZGAT/ÇORUM
Li Yozgatê otobêseke rêwiya welegeriya û li gor agahiyên ewil 3 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan otobêseke rêwiyan a ku plaqeya wê 53 HP 505 û şofêrê wê Sabît Gençkurt bû, li ser rêya Yozgat û Çorumê li taxa gundê Sarimbeyê welgeriya.
Di qezayê de li gor agahiyên ewil 3 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên Yozgat û Çorumê.
Hat ragihandin ku otobês ji Konyoyê diçû Rîzeyê.
- Li Çorumê qeza: 21 birîndar
Li Çorumê jî otobêseke rêwiya welgeriya û di qezayê de 21 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan otobêseke rêwiyan a ku plaqeya wê 34 UCC 39 û şofêrê wê Alî Erden (49) bû, li ser rêya Çorum û Enqereyê di kîlomêtroya 18emîn de welgeriya.
Di qezayê de şofêr Erden û rêwî Kubra (21) û Hîkmet Er (51), Yaşar Bolukbaşoglu (54), Fatma (5) û Pinar Geçgun (29), Sedî Hamît (44), Sati (46) û Kemal Şenoglu (52), Hussein Alî (6), Alaattîn (66) û Hamîde Başer (60), Osman Yoldaş (25), Kadîr Pamukçu (34), Mehmet Şamîl Konez (36), Burhan Usta (53), Eren Yilmaz Kurtça (18), Gokhan Altunbaş (27), Hamîde Tangal (44), Mahmut (24) ve Abdulvahap Yildiz (19) birîndar bûn.
Piştî qezayê gelek ambulans hatin cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.