Sevim Hatun
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
ÎDLIB/ANKARA
Li herêmên kêmkirina rageşiyê ya li Îdliba Sûriyeyê, li dijî konvoya eskeriyê ya Artêşa Tirkiyeyê êrişa bi roketê hat lidarxistin.
Li gor agahiya ku hat sitandin, wextê konvoya eskerî li nêzî navçeya Daret Îzzeyê derbas dibû, guleya roketavêjê li nêzî konvoyê ket.
Di bûyerê de kes nemir û birîndar nebû, herwiha di wesayitan de jî xisar çênebû.
Piştî êrişê hêzên ewlehiyê tevdîrên ewlehiyê sitandin.
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê bo çavdêriyê çûbûn herêmên kêmkirina rageşiyê yên li Îdlibê. Li dijî hêzên çavdêr ên artêşa Tirkiyeyê yên li herêmên kêmkirina rageşiyê ne êrişa bi topên hawinê hatibû lidarxistin.