15 Adar 2016•Rojanekirin: 16 Adar 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di dema operasyonên ku dijî PKKya rêxistina terorê tê kirin de malbatekî 5 kesî tehliyeyê herêma ewledar kirin.
Li Nisêbînê ji ber bûyerên terorê yên ku zêde bûne ji bo ku ewlehiya can û malê welatiyan bê pêkanîn, atmosfera aramî û asayîşê ya ku xira bûye bê tesîskirin qedexeya derketina derve hat îlankirin û operasyonên ku piştî qedexeyê duh dan destpêkirin berdewam dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê sitandin malbatekî 5 kesî (dê, bav û 3 zarok) a da zanîn dixwaze ku ji herêma ku lê operasyon berdewam dikin derkeve ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji mal hat sitandin û ew sewqî cihekî ewledar kirin.
Hat ragihandin ku terorîst ji bo ku ji welatiyên dixwazin ku navçeyê terk bikin re bibin asteng tehdîda "dê malên kesên ku ji navçeyê derdikevin biteqînin û malên wan bidin kesên din" dikin.