17 Tebax 2017•Rojanekirin: 18 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Hîndekarê Zanîngeha Zanîstên Civakî Doç Dr. Alpaslan Tanoglu daxuyand mastê li malê tê çêkirin mirovan ji pençeşêrê diparêze û wiha got: "Di xebatên zanistî de hatiye tespîtkirin ku rojê xwarina 200-300 gram mastê malê mirovan ji pençeşêra kolonê, mîdeyê, bistan û yên din diparêze."
Tanoglu ji nûçegihana AAyê re behsa dîroka mast kir û got di demên berê de mast li dermanxaneyan wek derman dihat firotin, ji bo gelek nexweşiyan tedawî bike jî mirovan mast dixwar.
Doç. Dr. Tanoglu bal kişande bakteriyên laktîk ên di nav mast de hene û got ev bakterî di roviyên mirovan de dibin sedem ku madeyên bedena însan diparêzin derkevin holê.
- Mastê li malê tê çêkirin ji bo gelek nexweşiyan derman e
Tanoglu got mast bi xwe ji bo tendurîstiya mirovan bi feyde ye, lê mastê ku li malê tê çêkirin bêtir biqîmet e û feydeya wê heye.
Der barê feydeya mastê malê de Tanoglu wiha axivî: "Mastê li malê tê çêkirin di serî de ji bo îshalê, tansiyona bilind, nexweşiyên dil, kîlo dayînê û kolestrolê jî pir baş e. Mast tesîra nebaş a hin antîbiyotîkan jî ji holê radike. Nahêle hestiyên mirovan bihelin, çêrmê însan re û sîstema xweparastinê re jî feydeya wê heye."
Tanoglu got feydeya herî girîng a mast ew e ku ji pençeşêrê diparêze û lê ev tişt kêm tê zanîn û wiha dewam kir: "Di xebatên zanistî de hatiye tespîtkirin ku rojê xwarina 200-300 gram mastê xwezayî mirovan ji pençeşêra kolonê, mîdeyê, bistan û yên din diparêze. Xwe ji pençeşêrê parastin bi tenê mast ve nabe, ji bilî mast xûyên nebaş jî divê bên terkkirin, xwarina bi tendurîstî divê bê xwarin û werziş jî bê kirin. Ji bo kesên nexweşiya wan a pençeşêrê heye û kemoterapî dîtine jî mast baş e. Lewra mast tesîra nebaş a dermanan ji holê radike, dibe alîkar ku ev kes hê zûtir baş bibin."