21 Tebax 2015•Rojanekirin: 30 Tebax 2015
ŞANLIURFA
Li Herêma Rojhilatê Başûrê Anadoluyê Pireya Nissîbiyê ya di navbera Şanliûrfa û Adiyemanê da wekî "Pireya Bogazê" tê pênasekirin û pire ji bo çûnûhatina herêmê dereke girîng e.
Piştî ku ava Bendava Ataturkê zêde bû pireya li ser rêya Adiyeman-Şanliûrfa-Sêwreg-Diyarbekirê di bin avê da ma û çûnûhatin bi ferîbotan dihat kirin. Lê piştî ku pireya herî mezin a sêyemîn a Tirkiyeyê, Pireya Nissîbiyê vebû çûnûhatin hêsan bû.
Berê çûnûhatinê zehf dikişand, lê niha bi saya pireyê 5 deqîqe dikşîne û feydeyeke mezin dide çûnûhatin û aboriya herêmê.
- "Rojhilat û rojavayê digihîne hev"
Alîkarê Serokê Şaredariya Sêwregê Hasan Baydîllî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku berê her roj qederê 600 wesaît bi saya ferîbotekê derbas dibûn.
Baydîllî diyar kir ku bi vebûna pireyê barê welatiyan sivik bû û wiha got: "Bi saya pireyê di 5 deqîqeyan da ji pireyê derbas dibin. Ev pire ne tenê di navbera Sêwreg û Qehtayê da ye. Ev pire di navbera Diyarbekir û Adiyeman û di navbera Şanliûrfa û Adiyemanê da ye. Rojhilat û rojavayê digihîne hev."
- "Ev ji bo xêra welatiyên herêmê hat çêkirin"
Baydîllî destnîşan kir ku di heyama dawîn da bi êrîşên terorê zirarê didin bendav û rêyan û got ev êrîş herî zêde zirarê dide welatiyên li herêmê.
Baydîllî diyar kir ku ev ji bo xêra welatiyên herêmê hat çêkirin û wiha got: "Ev bo xêra welatiyên herêmê hat çêkirin. Bi xerakirina pireyan û girtina rêyan tişt nakeve dest. Divê em wek welatî û milet li dijî vê derkevin. Divê dewlet xebatên wiha bike."
- "Tengasiya bi saetan dikişand qediya"
Mehmet Cumcumê şofêr ku di ser pireyê da her gav derbas dibe destnîşan kir ku ev rihetiyeke mezin bi xwe ra anî.
Cumcum destnîşan kir ku tengasiya bi saetan dikişand ji holê rabû û wiha got: "Berê ji bo em derbas bibin em bi saetan disekînin. Me pere dide û em li hêviya ferîbotê diman. Çîleya bi saetan qediya. Xwedê ji yên ku ked dane razî be."